SOUTH KURDISTAN : Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) ku girêdayî PKKê ye

17.6.2013 – RUDAW – Partiya Çareseriya Demokrat a Kurdistanê (PÇDK) ku girêdayî PKKê ye, beşdarî hilbijartinên bê yên Herêma Kurdistanê dibe, ku roja 21ê Îlonê tên sazkirin. Ji 2006ê ve çalakiyên PÇDKê li Iraqê hatine qedexekirin, ku ev jî li jêr fişara hevbeş a Amerîka û Tirkiyeyê pêkhat. Ji ber ku digotin pêwendiya wê bi PKKê re heye.

PÇDK di 2002yê de ji aliyê PKKê ve hat damezrandin. Ji ber ku kêşeya PKKê ligel herdu partiyên Kurdistanê yên mezin hebû, ango ligel PDKê bi serokatiya Mesûd Barzanî û YNKê bi serokatiya Celal Talebanî. Herwiha damezrandina PÇDKê di encama fişara Amerîkayê de bû, ku hewl da çalakiyên PKKê li Iraqê rawestîne.

Di hilbijartinên 2005ê de, PÇDKê karîbû li Herêma Kurdistanê rêjeya kêmtir ji sedî yekê dengan bi dest bîne. Herwiha di hilbijartinên Iraqê de jî heman encam bi dest xist. Ev nîşan dide ku alîgirên wan kêm in, ji ber ku ew wan dozan nakin ku dengdêr dixwazin bibihîzin, wek xizmetguzarî, nehiştina gendeliyê û peydakirina kar ji xelkê re. Ji ber ku PKK guh dide şer û guh nade xizmetguzariyan li Kurdistanê.

Di 2006ê de ofîsên PÇDKê li Herêma Kurdistanê hatin girtin û hin endamên wê jî hatin girtin. Di 2009ê de PÇDK lîsteyek bi navê “Hîwa-Hêvî” ava kir, lê nehiştin tevlî hilbijartinan bibe. Di Sibata 2011ê de PKKê û PÇDKê piştevaniya xwepêşandanên Silêmaniyê kirin û dûre YNKê ew bêdeng kirin. Ev dide nîşandan ku PÇDKê wê demê fêm kiribû ku bi şerkirina li dijî gendeliyê ew dikare hejmareke zêde ya alîgiran li Kurdistanê bi dest bixe.

Piştî aloziyên li Sûriyê, PKKê û YNKê pêwendiyên xwe xurt kirin û kêşeyên berê ji bîr kirin. Ji ber ku hevalbendên wan ên derveyî (wek Îran û Sûriyê) heman helwest wergirtin û PDKê jî piştevaniya siyaseta Tirkiyeyê dikir. Di encama vê rewşê de YNKê piştevaniya PKKê kir, da ku nehêle hewldanên PDKê ji bo jihevnêzîkkirina alîgirên PKKê li Sûriyê û aliyên nêzîkî PDKê li Sûriyê herin serî, ji bo parvekirina desthilatê di navbera xwe de.

Proseya aştiyê li Tirkiyeyê, ku encama danûstandina di navbera AKPê û PKKê de bû, rê li ber PKKê vekir, da ku çalakiyên xwe li Kurdistana Iraqê zêdetir bike. Pêdiviya hikûmeta Tirkiyeyê bi piştevaniya PKKê heye, da ku sîstema serokatiyê li wî welatî xurt bike, ev jî wiha dike ku serokwezîr Recep Tayyip Erdogan li ser desthilatê bimîne. Li hember vê jî daxwazên PKKê di destûrê de bên bicihkirin.

Di encama vê yekê de PKKê hem li Ewropayê û hem li Kurdistanê jî çalakiyên xwe zêde kirin. Dûre jî hemû partiyên Kurdistanê tevlî kampanyaya komkirina îmzeyan ji bo azadkirina rêberê PKKê Abdullah Ocalan bûn. Encameke din jî ew bû ku hikûmeta Herêma Kurdistanê niha dihêle ku PÇDK tevlî hilbijartinan bibe. Ecêb e jî ku Tirkiye li hember vê yekê bêdeng ma.

Naxuye ku PÇDK gellek kursiyan di hilbijartinên Kurdistanê de bi dest bixe, ji bilî ku ligel Îslamî û lîsteya Goran bibe hevpeyman, ku naxuye ev jî rû bide. Her çiqasî dibe ku YNK piştevaniya gellek dozên opozisyonê bike, di nav de girtina rê li ber xweberbijarkirina Mesûd Barzanî ji bo gereke din a serokatiya Herêma Kurdistanê.

Dibe ku PKK, opozisyon û YNK bi hev re mijûlî wê yekê bin ku sînorekî ji desthilatên PDKê re deynin. Heye ku medyaya PKKê jî li dijî wê yekê kar bike ku Barzanî careke din bibe serokê Herêma Kurdistanê û alîkariya YNKê û opozisyonê jî bike ji bo bertengkirina desthilata PDKê. Ya ecêb ew e ku Barzanî û Erdogan dixwazin sîstema serokatiyê hebe, ne sîstema parlemenî. Ji ber ku ev desthilata wan zêdetir dike û xwerizgarkirineke siyasî ye jî. Niha pirs ew e ka gelo PKK wê çi rolê di lîstika siyasî ya Herêma Kurdistanê de, bi rêya PÇDKê, bilîze?

http://rudaw.net/kurmanci/opinion/16062013