IMK MEMBER ARRESTED IN HALABJA
Xendan – A force of Sulaimaniya asayish arrested a leader in the Islamic movement in the city of Halabja morning Monday, 23/12/2013.
According to KurdIU site information , that the force of Sulaymaniyah asayish has arrested a leader in the Islamic Movement of Kurdistan , Mullah (Osman Sayed Ahmed) under the pretext of encouraging young people to participate in the fighting in Syria.
kurdiu –
Îro danê pêş nîvro asayîşa Helebçe berpirsê malbenda yek a Bizutneweya Îslamî ya Kurdistanê Seyd Osman Ehmed binçav kir, jêderekê ewlekariyê jî radighîne ku egera binçavkirinê wî bo şandina gêncên Kurd bo Sûriyê vegerand.
Wê jêderê ewlekariyê ji Xendanê re ragihand: Îro sibehê, bi tometa şandina gêncên Kurd yê Helebçe bo Sûriyê binavê cîhadê bi fermana dadwer berpirsê malbenda Bizutneweya Îslamî li Helebçe Seyd Osman Ehmed hatiye girtin.
Ji aliyê xwe ve jî berdevkê Bizutneweya Îslamî Şiwan Qeladizeyî ji Xendanê re ragihand ku: Wan jî tenê ew nûçeye weku dengo bihîstiye, dibêjin ku bi tometa şandina gêncên navçeyê bo Sûriyê hatiye destgîr kirin.
Berdevkê bizutneweya Îslamî giliya asayîşa Helebçeyê kir ku divyabû ew endame ku hem pêşnimêje û gotarxwênê mizgeftê ye û di heman demê de berpirsê malbenda bizutneweyêye li wê qezayê, ne bi wî awayî hatibe girtin.
Malbenda bizutneweya îslamî li Helebçe jî ji aliyê xwe ve girtina sSeyd Osman Ehmed şermezar kirin û ragihandin ku li ser biryara dadwerê dadgeha Helebçe wî serdana asayîşa Helebçe kiriye, lê bi bê ku hîç belgeyek li ser ew tometên ku li ser mamoste hebe hatiye girtin.
Pêştir aliyên ewlekariyê amaje bi wê yekê kiribûn ku tenê li sînorê Helebçe 70 gêncên Kurd bo Sûriyê hatine şandin û her roj jî nûçeya kuştina ew gêncên ku di rêzên grupên tundrew ku li dijî rêjîma Esed şer dikin li kanalên ragihandinê belav dibin. – Ev babet 39 car hatiye xwendin – Posted by Wladimir van Wilgenburg