Car Bomb Targets Baath Regime in Kurdish city of Qamishli
BEIRUT – 6-12-2013 – A car bomb detonated Friday morning in the Kurdish-populated northern Syrian town of Qamishli.
The suicide bombing left at least 6 people dead and 10 others injured, Al-Mayadeen network reported. Meanwhile, Russia Today said that the car bomb hit near a base for the pro-Syrian regime National Defense Force militia.
https://now.mmedia.me/lb/en/Newest-Developments/524267-car-bomb-rocks-syrias-qamishli
More here: http://abcnews.go.com/International/wireStory/activists-rebels-kill-iraqi-journalist-syria-21112170
Li Qamişlo êrîşa li dijî milîsên Baasê: 7 mirî, 22 birîndar
QAMIŞLO 06.12.2013 13:37:15
Di teqîna ku li taxa El-Tey ya bajarê Qamişlo îro saet di 11.40’î de li dijî navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê pêk hat de 7 kes hatin kuştin û 22 kesên din jî birîndar bûn. Her wiha hate zanîn rewşa hin bîrandaran dijwar e.
Çavkaniyên bijîşkî diyar kirin ku 7 kes di teqandina maşina bombebarkirî de ku li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê de jiyana xwe ji dest dane, 22 kes jî birîndar bûne. Her wiha diyar kirin ku birînên hinan ji wan giran in û diyar nekirin ku ew kesên hatine kuştin sivîl in an jî ji navendê bi xwe ne.
Çavkaniyan anîn ziman ku 6 kuştî û 18 birîndar ku 3 ji wan birînên wan giran in, li nexweşxaneya El-Wetenî ne. Her wiha kuştiyek û 4 birîndaran jî li nexweşxaneya El-Selam in.
Kesekî maşinek bombebarkirî diajot û ka li ser barkiribû, îro saet di 11.40’î de li pêşiya navenda Cêş El-Şeebî ya girêdayî rêjîma Baasê xwe ku bi ‘navenda rûgirtiyan’ tê nas kirin, teqand. Di encamê navend hate rûxandin û gelek ziyanên madî gihîşte xaniyên welatiyên taxê. Piştî ku teqîn pêk hat hêzên rêjîmê hemû rêyên devera teqînê girtin. Navenda Cêş El-Şeebî girêdayî rêjîma Baasê ye, kesên li vir dixebitin jî, piştgiriya rêjîma Baasê bi pereyan dikin.
Posted by Wladimir van Wilgenburg