Al-Kindi suicide bombers were Kurds

Hevidar @iRevolt93  – Al-Kindi suicide bombers were Kurds http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/291220136 … Dec 20 Al-Nusra took over the strategic hospital after committing suicide attack –

Hewlêr (Rûdaw)- Di 20ê vê mehê de hêzên opozîsyona Sûriyê û çekdarên Cebhet el-Nusra nexweşxaneya el-Kindî li bakurê bajarê Helebê kontrol kirin û ew yek jî bi alîkariya 2 kesên Kurd bû. Grûpa Cebhet el-Nusra ya girêdayî rêxistina Qaîde di daxuyaniyekê de ragihand ku her du xwekujên wê yên Kurd bi navê Ebû Turab el-Kurdistanî û Ebû wedah el-Kurdistanî 2 kemyonên bomberkirî di nava avahiya nexweşxaneya el-Kindî de teqandin. Berdevkê ragihandina Hêzên Komele yên Kurd ku ser bi Artêşa Azzad ve, Ebû Mihemed el-Kurdî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re tekez kir ku her du xwekuj Kurd in û ji Başûrê Kurdistanê bûn. Ebû Mihemed got “Diyardeya cîhadiyên Kurd ên ku ji Başûrê Kurdistanê tevlî grûpên radîkal li Sûriyê dibin berve zêdebûnê ye”. Ebû Mihemed diyar kir ku hinek aliyên Ereb ji opozîsyona Sûriyê dixwazin ku van “cîhadiyan” ji nav rêzên el-Nusra û DAÎŞê rakişînin nav rêzên Eniya Îslamî ya Kurd û got “Ev yek li gorî acendayeke siyasî tê kirin da ku weke fişarekê li ser serkirdayetiya Herêma kurdistanê bê bikaranîn”.

See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/291220136#sthash.0HkpBbiZ.dpuf

Posted 1 hour ago by Wladimir van Wilgenburg