YPG Military Command Names Groups Fighting Against YPG

A Dunon @ArjDnn  ANHA; List of the 17 groups taking in part in joint FSA&AQ attack against Kurdish villages in Efrin (Cilbire, etc). #TwitterKurds#Syria (1)

A Dunon @ArjDnn  – 1. Al-Tawhid (Abdul Jabbar al-Oqaidi brigade) 2. ISIS 3. Army of Mohammed 4. Al Rebi al-Erebi (Arab spring) 5. Ahrar al-Sham. (2) –

A Dunon @ArjDnn  6. Fecir al-Islamiya mov. 7. Beyaraq al-Sham brigade 8. Sultan al-Fatih brigade 9. al-Baz brigade 10. Al-Fursan brigade (3)

A Dunon @ArjDnn  – 11. Salahadin Brigade (Kurdish) 12. grandchildren of Salahadin, 13. Azadi Brigade 14.Yusuf al-Azma brigade. (4)

A Dunon @ArjDnn  15. Jahbat al Islamiya al Kurd 16. Jahbat al-Mujahedin 17. al-Eirqan brigade. (5) Link & source: http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=5457:ypg-erien-efrine-li-erebistana-siudiye-hatine-plankirin&catid=39:manet …

 Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya Efrînê diyar kir ku di pevçûnên 3 rojan de li herêma Efrînê 86 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin û gelek çek û cebelxaneyên çeteyan hatine destserkirin. Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê navê gelek aliyên cihê xwe di êrîşan de girtine esker kir.

Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê ya herêma Efrînê derbarê pevçûnên 3 rojên dawî de li herêma Efrînê ku di navbera hêzên YPG’ê û çeteyên DAIŞ’ê rû dabûn. Daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrîşên komên  çete yên DAIŞ’ê di 22’ê Îlonê de li dijî herêma Cindirêsê dest pê kir. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi berxwedana hêzên YPG’ê û xwedî derketina gelê herêmê komên çete derbeyên giran xwarin û di encamê de têk çûn. Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku komên çete yên DAIŞ’ê di çarçoveya têkbirina Artêşa Azad de êrîşî gundê Qestel Cindo kirin û di encama berxwedana hêzên YPG’ê de komên çete têk çûn û wiha hate domandin: “Hêzên me di rojên cejna Qubanê de agirbest îlan kirin. Tevî agirbestê komên çete di roja yekem a cejnê de êrîşî gundê Yazî Baxê kirin û  di encama berxwedana hêzên me de komên çete têk çûn û paşve vekişiyan. Hêzên me ber bi gundê Meerînê ve pêş de çû û komên çete gelek windayî dan û hin otomobîlên wan ên leşkerî hatin destserkirin û gelek cenazeyên wan ketin destê me.”

‘Erebistana Siûdiyê piştgiriya çeteyan dike’

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku hêzên YPG’ê li Dêrikê, Serêkaniyê, Kobanê û Helebê li dijî çeteyan berxwedaneke bê hempa nîşan dan û ev tişt hatin gotin: “Komên çete bi rêveberiya Erebistana Siûdiyê û di serî de serokê Îstixbarata Siûdiyê Bender Bin Siltan, her wiha îstixbarata Tirkiyê jî da ku rê li ber planên xwe yên li dijî Rojava vebikin civîn li paytexta Siûdiyê Riyad lidar xistin. Di civînê de biryar hate dayîn ku komikên ji Artêşa Azad mane komî serhev bikin û di bin sîwaneke Îslamî de bi DAIŞ’ê re bikin yek. Ji bo ku plana wan biserkeve kesê bi navê Zehran Elûş erkdarkirin û piştî civînê berê xwe da herêma Ezaz a Helebê. Elûş bi rayedarên Tugaya El-Tewhîd û îstxbaratên Tirkiyê re civîn lidarxist. Di vê civînê de Tirkiyê piştgiriya leşkerî û lojistîkî ji bo komên çete yên êrîşî herêma Efrîn bikin girt ser xwe.”

Di daxuyaniyê de navê rêxistin û hêzên di pilanê de hatine erkdarkirin wiha hatin rêzkirin: “Tugaya El-Tewhîd beşê Ebdilcebar El-Egîdî, Dewleta Îslamî ya Iraq û Şam (DAIŞ), Artêşa Mihemed, El-Rebîi El-Erebî (Buhara Ereban), Ehrar El-Şam, Tevgera Fecir El-Îslam, Tugaya Beyarêq El-Şam, Tugaya Siltan El-Fetih, Tabûra El-Baz, Tugaya El-Firsan, Tugaya Selahedîn  a kurdî, Turinên Selahedîn, Tabûra Azadî, Tabûra Yûsif El-Ezma, Eniya Îslamiya Kurdan, Cebhet El-Mucahidîn û Tugaya El-Eirqan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Tugaya El-Tewhîd û DAIŞ’ê bi armanca pêk anîna pilanê di 27’ê Cotmehê de êrîşî gundê Bênê, Cilbirê, Meereskê, Mezrea û Qestel Cindo kirin û ev tişt hate gotin: ” Tevlî hejmara wan a mezin û çekên wan ên giran jî bi berxwedana yekîneyên me û xwedî derketina gelê me, komên çete neçar man paşve vekişin û pilana wan vala hate derxistin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di roja yekem a êrîşan de gundê Cilbirê ji aliyê gundiyan hate parastin û wiha hate domandin: “Ji ber ku komên çete çekên giran bikar anîn komên çete ketin gund. Çeteyên DAIŞ’ê 4 gundiyên kurd kuştin û bi awayeke hovane malên gundiyan talan kirin.” Di daxuyaniyê de hate gotin ku YPG’ê bi awayeke lez ket tevgerê. “Hêzên me gund ji 3 aliyan dorpêç kirin û di encama pevçûnên 3 rojan de gund ji destê komên çete hate rizgarkirin.  Hêzên me di encama van pevçûnan de hin otomobîlên wan ên leşkerî û gelek çekên sivik û zexîre hatin destserkirin û hin cenazeyên wan jî li meydana şer man. Komên çete ku li Cilbirê derbeyên giran xwarin ji bo li dorpêçkirina xwe kêm bikin êrîşî gundên Meereskê û Bênê kirin. Di encama berxwedana şervanên me de komên çete neçar man paşve vekişin û ji herêmê hatin dûrxistin. Di heman demê de komên çete êrîş pêk anîn û xwestin ber bi gundê Qestel Cindo ve pêşbikevin. Li vir jî li ser berxwedana şervanên me komên çete neçar man paşve bikişin û pilana wan vala hate derxistin.”

Di daxuyaniyê de pilançoya serê 3 rojan li herêmê wiha hate destnîşankirin: ” Di 27’ê Cotmehê de 21, di 28’ê cotmehê de li Qestel Cindo 7, li Bênê, Cilbirê, Basilê û Aqîbê jî 3 û li Meereskê jî 11 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha doçkak û topek 57 hatin ruxandin. Di 29’ê Cotmehê de li Cilberê 17 û di pevçûnên êvarê yên çalakiya rizgarikirna Cilbirê jî 27 endamên DAIŞ’ê hatin kuştin.”

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi giştî hejmara kuştiyên çeteyan di nava 3 rojan de derkete 86’an. Her wiha doçkak 12.5, doçkak 14.5, BKS yek, topek hawana 120 û hin guleyên wê, RBG û hin topên wê, qernasek Rûsî, Qernasek Nimsawî, 60 bombeyên destan, bi hezaran gule, 4 rext û 5 otomobîl hatin destserkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di encama berxwedana 3 rojan de şervanên YPG’ê Bêrîtan, Berxwedan, Avesta Şoreş, Mihemed, Kemal û endamê Meclîsa Leşkerî li herêma Efrînê Xabûr Dêrik jiyana xwe ji dest dane

Di daxiyaniyê de hate destnîşankirin ku dema rizgarkirina gundê Cilbirê li ser malên gund alên herêma Başûrê Kuridstanê li riyên ketina gund û ser malan hatibû dalqandin.  Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku gelê herêma Efrînê di nava meh û nîvekê de berxwedanek mezin nîşan da û ev tişt hatin gotin: ” Silavên me ji bo Gelê me yê ku li ser banga me ya serferberiyê kete nava tevgerê û berpirsyarî da ser milê xwe. Silavên me taybet ji bo dayîkên ku diyarkirin ku şoreşa gelê me şoreşa hemû pêkhateyên herêmê ye. Em soz didin hemû gelê Efrînê ku em ê  li ser xeta şehîdan bimeşin û heta deqeya dawî ji jiyana xwe em ê li dijî komên çete şer bikin. Em bang li ciwanên xwe dikin ku tevlî nava refên YPG’ê bibin û herêmên xwe ji çeteyan biparêzin.”

http://www.hawarnews.com/kurdi/index.php?option=com_content&view=article&id=5457:ypg-erien-efrine-li-erebistana-siudiye-hatine-plankirin&catid=39:manet

http://hawarnews.com/index.php/component/content/article/43-2013-02-24-21-16-12/7439-2013-10-30-15-48-09