Nêrînên Mistefa Cuma Ser Rêkeftina ENKS û MGRK

Robîn Reşvan –  25.12.2013 – Meclisa Gel ya Rojavayê Kurdistanê (MGRK) û Encumena Nîştîmanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) di encama civînên li Hewlêrê de li ser jimareke mijarên girîng li hev kirin.Di nav xalên lihevkirî de Kongreya Cenevre ya 2 cîhekî pir girîng digire. Her du meclîs biryar da ku bi şandeyeke serbixwe, wek Kurd beşdarî Cenevre bibin.

Lihevkirina MGRK û ENKS ji alîyê gelek Kurdan ve wek nûçeyeke erênî hate pêşwazî kirin. Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Sekreterê Partîya Azadî Mistefa Cuma vê gava dîrokî dinirxîne. Birêz Cuma dibêje, tevî ku ew li ser mijara Konferansa Cenevre giheştine qayilbunekê, hîn li ser kêşeyên sîyasî cudabîrî hene. “Di mesela Rêvebirîya Demkî de em negiheştin ser hevpeymanîyekê jiber ku ew proje yek alî ye û PYD ew yek li ser me ferz dike. Loma jî em wek ENKS, destek nadin vê rêvebirîyê “. – Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê hevpeyvînê bikin