MESOP TODAYS OPINION ON PKK FLAŞ – Hewlêr: PKKê debariya gelê kurd birrî! – Ji aliyê RÛDAW Demjimêrek berê

Hewlêr (Rûdaw) – Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê teqandina boriya petrola Kurdistanê ji aliyê PKKê ve bi tundî şermezar kir û daxwaz ji PKKê kir, wê dijminkariyê li hember xelkê Başûrê Kurdistanê dubare neke û debariya xelkê Kurdistanê nebire. Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de teqandina boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ve şermezar kir û bi êrişkirin bo ser debariya xelkê Herêma Kurdistanê bi nav kir.Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de wiha dibêje: “Roja 29ê Tîrmehê ew boriya ku petrola Herêma Kurdistanê vediguhêze, li navçeya Şirnexê di nava sînorê Tirkiyeyê de hat teqandin. Roja paştir Hêza Paratsina Gel (HPG) ku hêza çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, bi şêweyeke fermî berpirsyariya xwe li hember wê teqînê ragihand.”

Daxuyanî wiha dom dike:“Hikûmet û xelkê Kurdistanê bi sedema neşandina bûdceyê ji aliyê Hikûmeta Federal a Iraqê û şerê DAIŞê, di tengasiyek mezin a darayiyê de ye, û ew hêla petrolê take çavkaniya sereke ya mûçe û debariya xelkê Herêma Kurdistanê ye. Herwiha sedemeke sereke ya berxedana xelkê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember hemû guvaşan bû, di heman demê de çavkaniya sereke ya dahata şerê pêşmerge di rûbirûbûna li dijî DAIŞê de bû û çavkaniya alîkariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo 1 milyon û 800 hezar penaberên li Herêma Kurdistanê bû.”

Serokatiya Encûmena Wezîran di beşeke din a daxuyaniyê de wê êrişê bi tundî şermezar dike û dibêje: “Em bi tundî wê êrişa PKKê şermezar dikin û bi karekî neberpirsane dizanin li hember jiyana xelkê Herêma Kurdistanê û bergiriya pêşmerge û jiyana penaberan li Herêma Kurdistanê de. Ew êriş ti wateyeke wê nîne jibilî lêdana aboriya Herêma Kurdistanê û jiyana xelkê Herêma Kurdistanê. Bi rastî cihê wê yekê ye ku ew êrişa PKKê ji aliyê xelkê Kurdistanê û hemû aliyan ve were şermezarkirin. Em daxwaz ji PKKê jî dikin ku wê dijminkariyê li hember xelkê Herêma Kurdistanê dubare neke.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin: “Niha Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewl daye, wê boriya petrolê bi kar bîne ewa ku şîrketa niştîmanî ya firotina petrola Iraqê (SOMO) bi kar tîne, da ku bikaribe dirêjî bi hinardekirina petrola xwe bide.”