Ji 80 rewşenbir û zimanzanî kampanya îmzeyan

Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî, piştî munaqaşeyên li ser mijara pirzarava û piralfabetiya zimanê kurdî, bi îmzeya 80 Kurdên akademîsyen, lêkolîner, nivîskar, ronakbîr, siyasetmedar û rojnameger daxuyaniyek amade kir û ji bo belavkirin û weşandinê ji îmzeyan re vekir.Komîteya Amadekar ya Banga Zimanê Kurdî, li ser minaqeşe û pir aliya zimanê kurdî kampanya îmzeyan vekir. Komîdeya Amadekar a Banga Zimanê Kurdî daxuyani da û wiha got: “Zimanê kurdî zimanekî pirzarava û piralfabe ye ku ev rewşa zimanî ji zû ve ye ku ji aliyê hin derdoran ve weke astengên mezin yên li hember yekîtiya neteweyî tên nirxandin û pêşniyarên jakobenîst û şoven ji bo çareseriyê tên kirin. Dîroka me ya nêzîk bûye şahida hin hewldanên sepandina zaravayekî li ser zaravayên din an jî ya alfabeyekê li ser alfabeyên din. Divê were destnîşankirin ku hewldanên bi vî rengî dikarin nakokiyên gellekî ciddî yên siyasî û bi taybetî jî çandî di civata me ya pirbeş û bêdewlet de bide peydakirin ku çareseriya wan dê dijwartir be.”

Komîdeyê, da zanîn ku welat û hikumetên ku ji sedsala 19’an ve li seranserê cîhanê ketine nava hewldana sepandina zarava û alfabeyan ya li deverên pirziman û pirzarava û piralfabe, dawiya sedsala 20’an li vê siyaseta xwe poşman bûne û êdî hewl didin ku cîhêrengiya zimanan weke rengên dewlemendiya çandî û dîrokî werin bikaranîn. Komîdeyê d berdewama daxuyaniyê de wiha got: “Di nava Kurdan de, ji ber parçebûyina axê, biryar û siyasetên di mijara zimanî de divê bi hesabine gellekî kûrtir û dûrtir werin kirin. Lewre, divê neyê jibîrkirin ku di vê rewşa hessas de ev cîhêrengiya zimanî, ya ku dewlemendî û hêza me ye, dikare li dijî Kurdan jî were bikaranîn. Ji ber wê ye ku ji dêleva kûrtirkirina cudahiyên Kurdan, divê mirov bi hewldanên maqûl bikeve nava tevgerên nêzîkkirina Kurdan û li rêyên parastin û bihevrejiyîna wan bigere.”

Komîteyê ani ziman ku di van demên dawîn li Başûr û Bakura Kurdistanê, du konferansên berfireh hatin lidarxistin ku zêdetir ji 400 akademîsyen, lêkolîner, pispor û mamosteyên zimanî beşdarî wan bûn û wiha dirêjî da daxuyaniyê: “Di wan konferansan de nîqaşên berfireh hatin kirin, ji bo parastina yekîtiya neteweyî li rêyên bihevrejiyîna zarava û alfabeyan hate gerîn û di vê rêyê de hin pêşniyarên rastbîn li rayedarên civaka kurdî hatin kirin.”

Komîteyê destnîşan kir ku hefteya borî daxuyaniyek li ser navê hin nivîskar û ronakbîrên kurd hate çapkirin ku xwe weke ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” dane naskirin û tê de, bi zimanekî tund, provokatîf û piçûkxistinê, argumentên çewt û pûç li dijî alfabeyên kurdî yên din hatine bikaranîn. Komîteyê daxuyand ku di însiyatifê heqaret li zêdetir ji 400 lêkolîner, nivîskar, zimannas û ronakbîrên kurd hatiye kirin ku ji her parçe û beş û bîr û baweriyên civaka Kurdan bûn, bi dilxwaziyeke kurdewarî ya zanistî li Hewlêr û Amedê beşdarî wan herdu konferansên zimanî bûbûn û li rêyên bihevrejiyîna ” hemû Kurdan ” geriyabûn û wiha berdewam kir: “Di daxuyaniya ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” de behsa çareseriyên li gora her beşekî Kurdistanê tê kirin ku em vê helwêstê weke daxwaza dabeşkirina Kurdan û weke daxwaza sepandina zaravayekî li ser yên din dinirxînin. Em jî dixwazin bi vî awayî nerazîbûna xwe ya li hember wê helwêstê û wê şêwazê û wan heqaretên kirî bi raya giştî ve bidin zanîn û balê bikişînin ser ku her tevger û hewldaneke ku bide pey sepandina zaravayekî li ser zaravayên din û alfabeyekê li ser alfabeyên din, alîkariya neyarên Kurdan dikin ku dixwazin Kurdan parçe bikin. Em di wê baweriyê de ne ku hewldanên mîna daxuyaniya ” Grûpa Insiyatîf ji bo Parastina Zimanê Kurdî ” li hember yekîtiya bîr û civak û çand û bi giştî li hember yekîtiya gelê kurd xeteriyeke mezin e û tovên xirabiyê di nava xwe de vedihewîne. Jakobenizma ku ji zû ve têk çûye di vê rewşa gelê kurd û di vê pêvajoya siyasî ya hessas de ” xeyrî ciddî ” ye û esasen ev helwêst bi xwe ” lîstina bi agirî ” ye. Insiyatîfeke bi vî rengî ku xwe weke ” Grûpa Parastina Zimanê Kurdî ” dide naskirin, gelo dê bi vê şêwazê û bi vê helwêstê çawa bikare zimanê kurdî biparêze ?!”

Komîteyê destNîşan kir ku ew deklarasyonên herdu Konferansên Zimanî yên Hewlêr ya Îlona 2011’an û ya li Amedê di Adar 2012’an de maqûl dibînin û dibêjin ku li şûna ziman û reftara êrîşkar, pêwîst e ku di nav diyalogeke germ de nîqaşên zanistî werin kirin, da ku mirov ji hevdu fahm bike, pirsgirêkên xwe bi hemû aliyên wan ve baş binase û ji bo ” hemû Kurdan “, ne ji bo beşekî bi tenê, bi metodên zanistî li rêyên maqûl yên çareseriyê bigere.

Komîteyê bilêv kir uk daxuyaniya wan dê heta dawiya mehê li îmzeyan vekirî be û heçî kesê ku bixwaze daxuyaniyê îmze bike, dikare heta dawiya mehê navê xwe bişîne ser adresa “bangakurdi@gmail.com”

 

Daxuyanî dê bi forma xwe ya dawîn û hemû îmzeyên şandî ve roja 01.10.2012 ji nû ve bê şandin.

 

Kesên piştgî dan kampanyayê wiha ne:

 

1. Dr. Abdulwehab Xalid Mûsa

2. Dr. Afrasiab Shekofteh

3. Ahmet Aliş

4. Amed Tigrîs

5. Ayşe Navruz

6. Azad Kurdî

7. Azîz Aliş

8. Baban Seqizî

9. Dr. Bahiez Omer Ehmed

10. Dr. Bahrooz Chamanara

11. Bayram Ayaz

12. Dr. Behrûz Şucaî

13. Berken Bereh

14. Bûbê Eser

15. Cemîl Demîrcan

16. Ciwanmerd Kulek

17. Çiya Mazî

18. Dersîm Oremar

19. Dilawer Zeraq

20. Dîlber Hêma

21. Dilbixwîn Dara

22. Dr. Elî Rehmetî

23. Eskerê Boyîk

24. Evdile Koçer

25. Fehim Işik

26. Fehmî Balayî

27. Dr. Felat Dilgeş

28. Feratê Dengizî

29. Fexredîn Amediyan

30. Dr. Gundî Dilberz

31. Golî Shadkam

32. Hesen Silêvanî

33. Hêvî Berwarî

34. Haydar Işik

35. Hîwa Massîh E.

36. Husein Muhammed

37. Huseyin Kartal

38. Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan

39. Ismaîl Hoseynpûr

40. Kamîran Haco

41. Dr. Kamûran Berwarî

42. Kawa Nemir

43. Lal Laleş

44. Lerzan Jandîl

45. Dr. Lezgîn Evdilrehmanî

46. Lokman Ayebe

47. Dr. Luqman Guldivê

48. Mecîd Heso

49. Meral Varişli

50. Miradê Gundikî

51. Mîran Janbar

52. Mîrhem Yîgît

53. Mûrat Satik

54. Mustafa Gazî

55. Mustefa Reşîd

56. Nedim Baran

57. Remzî Kerîm

58. Riza Dinç

59. Rodî Zinar

60. Rojan Hazim

61. Ronayî Onen

62. Roşan Lezgîn

63. Salihê Kevirbirî

64. Samî Tan

65. Selwa Gulî

66. Şengul Ogur

67. Şermîn Bozarslan

68. Seyîdxan Kurij

69. Siddîq Bozarslan

70. Sidqî Hirorî

71. Şoreş Reşî

72. Têmûrê Xelîl

73. Tosinê Reşîd

74. Xelîl Dihokî

75. Xusro Abdollahî

76. Yado Ciwan

77. Yaqob Tilermenî

78. Zana Farqînî

79. Zinarê Xamo

80. Ziya Avci

81. Dr. Zerdesht Haco