Hewîce ji bo Kurdan baş bû

By Wladimir van Wilgenburg – 6.5.2013 – Roja pêncşema çûyî hejmarek xwepêşander li Hewîceyê bi destê leşkerên hêza operasyona Dicleyê hatin kuştin. Leşkeran doz li xwepêşanderan kiribûn ku çend kesan ji xwe bidin dest wan, ku ew kes gumanbar in bi pêkanîna karên terorîstî.

Tundûtûjiyên li Hewîceyê zû li navçeyên Sunniyan ên din li Iraqê belav bû. Ev jî di berjewendiya Kurdan de ye. Ne cihê matmayînê ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê piştgiriya xwepêşanderan dike. Ji ber ku her tevliheviyek li navçeyên din ên Iraqê hebe, di berjewendiya vê hikûmetê de ye. Ji ber ku eger Ereb li Bexdayê bibin yek, ew wiha dike ku li dijî Kurdan bibin yek. Mesûd Barzanî doz li nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê kir ku pêşwaziya birîndarên xwepêşandanên Hewîce û derdora wê bikin. Herwiha derketina serokekî artêşa îslamî bi navê Ehmed Debaş, di konferanseke li Hewlêrê de, ku dijî hikûmeta Nûrî Malikî bû, tiştekî ne pêşbînîkirî bû. Dengoya wê yekê jî belav bû ku xwepêşanderan hêzên pêşmergeyan ji wan mayînan agahdar kirin ku li ser rêyan ji bo hêza artêşa Iraqê danîbûn.

Bûyera Hewîceyê bi sedema dilmanekê di navbera hêza Dicleyê û hêza Ebdilemîr Zeydî û Erebên Sunnî de derket. Hêza Zeydî berê ji aliyê Malikî ve hat pêkanîn, da ku Kurd ji wan navçeyan derkevin ku weke navçeyên nakokî li ser tên naskirin.

Hewîce wek jêdera sereke ya pêkanîna karên tundûtûjî dijî Kurdan e. Ewên din ên li Kerkûkê jî naskirî ne. Herwiha artêşa Neqşbendî ya nêzîkî partiya Baasê rola wê sereke ye di wan tundûtûjiyan de, ku carê li wan navçeyan derdikevin. Ji pêvî wê jî ku meha duyem a 2011ê bi sedema dijîtiya Kurdan li Hewîce û derdora wê hêzên pêşmergan berê xwe dan wan navçeyan.

Bi giştî Sunnî û Baasî ji Kurdan hez nakin. Lê ji ber ku niha herdu jî kîna wan bi Malikî re heye, kêşeya wan nîne ku bi Kurdan re bin. Dibe ku Sunnî têbigihijin ku sîstema desthilatdariya navendî li Iraqê, ku Şiî tê de desthilatdar in, ne di berjewendiya wan de ye. Ji aliyekî din ve jî Şiî têgihiştin ku ne di berjewendiya wan de ye ku sîstema federaliyê li Iraqê hebe, ji ber ku niha dikarin hemû Iraqê kontrol bikin.

Wek encameke wê qelsbûna artêşa Iraqê jî li navçeyên cihê nakokiyê, hêzên pêşmergan ber bi derdora Kerkûkê ve çûn. Ev jî tê wê wateyê ye ku pêşmerge wan navçeyên li Diyale dixin bin kontrola xwe, ku berê ji artêşa Iraqê re vala kiribûn.Herwiha şerê di navbera hêzên Malikî û Sunniyên ereb ên Kerkûkê di berjewendiya Kurdan de ye. Ji ber ku ev wiha dike ku encûmena siyasî ya erebî li Kerkûkê, ku ji Baasiyên kevin û netewperestan pêk tê, di dijayetiya xwe ya li hemberî Kurdan de qels bibin.

Berê wê encûmenê hewl da ku bi Malikî re hevmeymaniyekê li dijî Kurdan bike. Piştî wê ku lîsta Iraqiye di hilbijartinên 2010ê de bi ser neket, helwesteke hinekî nêzîkî Kurdan jî dan xuyanê. Di encama vê de jî, Kurdan cîgirê serokkomarê Iraqê Tariq Haşimî wek penaber qebûl kirin, ku ji Bexdayê reviyabû.

Niha pêwîstiya Malikî bi hin kesên Sunnî heye, da ku karibe hikûmetê pêk bîne. Par dawiya salê, li Enbarê xwepêşandanan destpêkirin. Gellek ji wan Sunniyên hevpeymanên Malikî doz li xelkên dilteng kirin ku li şûna Malikî xwepêşandanan li dijî Kurdan bikin. Lê piştî bûyerên Hewîceyê dibe ku ew kes wek “xayinên welêt” bên dîtin. Dibe di vê navberê de jî li Enbar û navçeyên din ala Kurdistanê hinekî din bê bilindkirin.

Her ji ber wê yekê jî cîgirê serokwezîrê Iraqê Salih Mutlig, ku berê ew û Malikî li hev bûn, destê xwe ji kar kişand. Herwiha wezîrê perwerdeyê Mihemed Temîmî, ku ji xelkê Kerkûkê ye û berê hewl dabû ku hevpeymaniyê bi Malikî re bike, destê xwe ji kar kişand.

Ew aloziya ku bi Sunniyan re pêk hat, wiha li Malikî dike ku gellek tawîzan ji Kurdan re bike. Lewma jî serokwezîrê hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diçe Bexdayê û li wir qezenca xwe berhev dike. Rastî ew e ku Malikî nikare di heman demê de hem li dijî Kurdan be û hem jî li dijî Sunniyan be.Lewma ne ecêb bû ku Malikî zû li biryareke xwe derbarê danîna şûngirên wezîrên kurd di hikûmeta xwe de poşman bû. Êdî çiqasî Hewîceyê alozî di Iraqê de pêk anîbe, lê ev bû derfet ji bo ku Kurd navçeyên di bin destên xwe de firehtir bikin û ji Malikî jî tawîzên bêhtir bibînin.

http://rudaw.net/kurmanci/opinion/06052013