Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê / KODAR yekemîn kongreya xwe a damezrandinê li darxist
NAVENDA NÛÇEYAN 05.05.2014 – Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê, KODAR yekemîn kongreya xwe ya damezrandinê li darxist.
Li çiyayên Qendîlê Hevserokatiya KODAR’ê daxuyaniyeke berfireh a çapemeniyê da. Daxuyanî di demjimêr 13.15’an de destpêkir û heya 14.40’an berdewam kir. Danezana damezrandina sîstema KODAR’ê ji aliyê Hevserokatiya KODAR’ê ve hatine xwandin. Zîlan Tanya belevoka danezanê xwand.
Di danezanê de di derbarê sîstema damezrandina KODAR’ê û armanca wê de agahiyên berfireh cih digirin. Belavoka ku Tanya xwend wiha got: “ Sîstema KODAR’ê sîstema konfederalîzma demokratîk a Rojhilatê Kurdistanê ye. Lê, ev sîstem ji bo hemû beşên cihê yên gelên Îranê ye jî. Sîstemeke civakî, siyasî û çandiye. Ferq naxe navbera ti bawerî,netew û ti beşeke civakê de. Ji herkeseke hevpeymana KODAR’ê bipejirînere jî vekiriye. Lê, xwedî hêzên parastina xwe ya rewaye jî. Li hember her êrişeke çêbibe, mafê parastina rewa bikartîne. Lê, alîgire ku pirsgirêka Kurd li gel komara îslamiya Îranê bi şeklê diyalog û mûzakereyan çareser bike. Heta ku êrike çênebe alîgirê şer nînin. Damezrîner û rêberê vê sîstemê jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Rêveberiyeke xwe ya ji 19 kesan hatiye hilbijartin. Sîstema xwe ya rêveber jî bi şeklê konseya rêveber tê binavkirin.”
Tanya got ku: “Ji ber sîstema hevserokatiyê tê esas girtin ji lewma kotaya jin û zilam jî bi awayeke xwezayî ji holê radibe. Li her cihek de prensîba wekheviyeke tam wê esas bêgirtin.”
Di daxuyaniya çapemeniyê de eleqeyeke mezin a ragihandina Kurd û herêmê hebû. Di heman demê de hema hema hemû ragihandina Başûr jî di daxuyaniyê de amadebûn. Di vê derbarê de kelecaneke mezin jî da çêkirin.
http://ku.firatnews.com/news/rojane/kodar-yekemin-kongreya-xwe-a-damezrandine-li-darxist.htm