MESOPOTAMIA NEWS : OFFENER KONFLIKT ZWISCHEN KURDISCHER PKK UND PYD ?  PKK CHEF CEMIL BAYIK gegen das Erdöl-Abkommen der syrisch-kurdischen Schwesterpartei PYD mit den USA

Cemîl Bayik li dijî rêkeftina Mazlûm Kobanî û Amerîkayê derket

16 demjimêr berê

11 August 2020 – Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê KCKê, Cemîl Bayik rêkeftina petrolê ya di navbera Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê û kompaniyeke Amerîkayê rexne kir û dilgiraniya xwe li hember wê rêkeftinê nîşan da, ku bi agahdariya Fermandarê Giştî yê HSDê General Mezlûm Kobanî hatiye kirin. Cemîl Bayik got, “petrol û çavkaniyên din ên Sûriyê mulkê tevahiya gelên Sûriyê ne, ne yên hinekan.”

Cemîl Bayik ku ji Stêrk TV, televîzyona nêzîkî Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) re axiviye, amaje bi rêkeftina wê dawiyê ya di navbera Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê û kompaniya Delta Crescent Energy a amerîkî de kiriye û ragihandiye, ew agahdarî rêkeftinê nebûne û dibêje, “em jî hinek tiştan li ser ragihandinê dibînin û dibihîsin. Esasê wan çî ye tam em jî nizanin. Dibêjin bi kargeheke petrolê re îtifaq çêbûne. Heta Sûriye daxuyanî da û got, em qebûl nakin. Ne hiqûqî ye. Petrola me didize.”