MESOP OPINION : Nivîskarekî nêzîkî PKKê bersiva Îsmaîl Bêşîkçî da: Bêşîkî tê bikaranîn

Ji aliyê RÛDAW – 5-1-2014 – Hewlêr– Nivîskarê nêzîkî PKKê Ferda Çetîn, bi tundî bersiva nivîsa dawî ya nivîskar û sosyolog Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî da û diyar kir, Bêşîkçî ji ber wê ji Ocalan û PKKê hêrs bûye çimkî teza wî ya dewletbûna kurdan ji aliyê Ocalan ve hatiye pûçkirin. Çetîn her wiha îdia kir ku Bêşîkçî ji aliyê “şebeke”yekê ve li dijî Ocalan û PKKê tê bikaranîn. Piştî ku Prof. Dr. Îsmaîl Bêşîkçî di nivîsa xwe de ya ku roja 1ê Çileya 2014an hat belavkirin, bi tundî Ocalan û PKK rexne kiribû, nivîskarê nêzîkî PKKê Ferda Çetîn bi nivîsekê ku îro (04.01.2014) li ANFê de hat belavkirin, bersiva wî da.

Ferda Çetîn, di nivîsa xwe de behsa dostaniya Bêşîkçî û kişandina zorî û zehmetiyan ji ber xatirê kurdan kir û wiha got: “Bêşîkçiyê ku 20 salan ji ber xatirê kurdan û mafên kurdan ji aliyê dewleta tirk ve hatiye girtin û birastî di demên zor û zehmet de dostê kurdan bû, niha dujmintiya kurdan dike. Bêşîkçî vê yekê bi awayekî veşarî nake lê bi eşkere û bi awayekî sîstematîk dike û niha bûyer dijberê gelê kurd. Bêşîkçî tenê li dijî PKK û xebata PKKê siyasetê dike û di bin navê rexnekirinê de îdeolojî, polîtîka û pratîka PKKê reş û xirab dike û vê yekê jî bi awayekî paralel bi dewletê re dike û bi alîkariya dewletê dixwaze Ocalan biçûk bike.

Derheqê sedemên rexneyên tund ên Bêşîkçî li hember Ocalan û PKKê de jî Ferda Çetîn wiha nivîsand: “Sedemên ku Bêşîkçî dujmintiya Ocalan dike ew e ku Ocalan dewletê wek çareserî bo pirsa kurd rast nabîne û ev teza Ocalan tam berovajî teza Bêşîkçî ya ‘heta kurd nebin dewlet azad nabin’ ye û hizra Bêşîkçî ya dewletê pûç dike lewma Bêşîkçî ji Ocalan hêrs bûye. Yek ji sedemên din ên hêrsbûna Bêşîkçî ji PKK û Ocalan, şoreşa Rojava ye. Ji ber ku Bêşîkçî êrişî PYD û serokê wê Salih Mislim dike û dibêje, Rojava bûye meydana PYD û Mislim û ji rêveberiya demkî ya li Rojava aciz e, ji ber ku eger ev model bi ser bikeve dîsa teza wî ya dewletê pûç dibe.”

Di dawiyê de Ferda Çetîn dibêje, helbet berpirsiyarê yekem ên van gotinan Bêşîkçî ye lê yên ku Bêşîkçî pal didin şebekeya dora wî ye û ev şebeke Bêşîkçî bo armancên xwe bikar tîne, di nav vê şebekê de yên mîna Omîd Firat, Îbrahîm Guçlu û Unsal Ozturk hene.

– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/middleeast/turkey/040120141#sthash.fGOzB5t6.dpuf