MEETING OF WEST KURDS IN BERLIN / TING Bi taybetî bo kurdên Berlîn û Brandenburg
Xûşk û birayên hêja, çekdarên El-Qaîda di bin gelek navên selefî û cîhadî da êrişan dibin ser gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê û li Sûrîyê. Fetwa derdixin û mal û mulk û namûsa me helaldikin û dest bi Enfalên mezin dikin û dixazin her gund û bajarekî me bikin Helebceyeka nuh.
Li dijî êrişên van hovên ji gelek welatên dûr û nêzîk gelê kurd hûr û gir li Rojavayê Kurdistanê ketîye berxwedana mayîn û nemanê. Ez pir hêvîdikim ji we hemû rêzdaran, em bi dilgermî û bi hêz û bi hev ra van êrişên hovane şermezarbikin û dengê xwe bighînin raya giştî. Werin, em bi hev ra li dijî fermanên komkujîyê li ser gelê kurd û li dijî zulm û zordarîya bisekinin.
Girîngîya bajarê Berlînê bo Almanya, bo Ewropa û bo hemû cîhanê gelek zelale, lewra nabe em li vir bê deng bin.
Rojane li Berlînê, katjimar: 13:00 – 1500, li Pariser Platz (Brandenburger Tor) em pêwanîya hişyarkirinê (nobedarîyê) (Mahnwache) disekinin û belavokan belavdikin
Em li benda we ne! Li gel silav û rêz – Birayê we
Gundî Dilberz – Berlîn, 30.07.2013