Kurdish: Manifestoya Girona Prinsîpên Bingihîn yên Mafên Ziman Bawermend Dike / Girona, 13ê Gulana 2011an

PENa Navneteweyî nivîskarên cîhanê digîne hev.

Berî 15 salan «Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Ziman», ji bo cara yekê li Barcelona ji aliyê Komîteya Mafên Ziman û Wergêrê ya PENa Navneteweyî ve hate ragehandin.

Îro, her heman Komîte li bajarê Girona li hev civiya û Manîfestoyek ragihand, ya ku her 10 xalên bingehîn yên Daxuyaniya Cîhanî ya Mafên Ziman bawermend dike.

1.        Pirrengiya zimanan dewlemendiyeke kelepûra (mîrateya) cîhanê ye, ya ku divê were pejirandin û parastin.

2.        Rêzgirtin ji hemû ziman û çandan re bingeh e ji bo geşkirina aştiyê û berdewamkirina dialogê li cihanê.

3.        Her takekesek di nava civakekê de fêrî axaftinê dibe. Ev civak jiyanê, ziman, çand û nasnameyê dide wê/wî.

4.        Zimanên cuda û şêweyên cuda yên axaftinê ne tenê alavên peywendiyaê ne, ew di heman demê de jîngeh (hawîr) e, ya ku di wê de mirov gewre dibin, û ya ku di wê de çand geş dibin.

5.        Her civakeke xwediya zimanekî mafdar e, zimanê xwe wek zimanê fermî di herêma xwe de bi kar bîne.

6.        Dersdan di xwendegehê de pêwîste pal bi wê yekê bide, da nav û dengê wî zimanê ku di civakê de pê tê axiftin, bilind bibe.

7.        Cihê dilxwaziyê ye, ku hevwelatî bibine xwediyên zanîneke sereta ya zimanên cida, ji ber ev yek pal pê dide, da ew bibine xwediyên hestiyariyeke zîz û dilvekirina rewşenbîrî û zanîneke kûr di warê zimanê xwe bi xwe de.

8.        Wergerandina têkstan, bi taybetî yên berhemên mezin î kultûrên cuda, birgeheke (elementek) gelekî giring e, ji bo bipêşveçûneke pêwist ya jihevtêgihiştineke baştir û rêzgirtinê di peywendiyên nav mirovan de.

9.        Medya ji bo pirrengiya zimanan parêzerên herî hêja ne. Ew dikarin bi awayekî vebirî û bi zanebûn pal bidine geşbûn û mezinkirina nirxê pirrengiya zimanan.

10.      Mafê wê yekê, ku mirov zimanê xwe bi kar bîne û wî biparêze, pêwiste ji aliyê Yekîtiya Neteweyan ve weke mafekî bingihîn ji mafên mirovan were pejirandin.

Komîteya Mafê Ziman û Wergêrê ya PENa Navneteweyî