MESOPOTAMIA NEW : SAADI PIRA – PREVIOUSLY AS SADDAM HUSSEIN AGENT ON HIS PAY-ROLL
Seidî Pîre: Înşala rêkeftina PDKê û YNKê nêzîk e!
Kurmancî Bas 31/03/2019 – BASNEWS – Etiketler Diyar Ezîz
BasNews – Endamê polîtburoya YNKê aşkera kir, ew li benda bersiva PDKê ne bo pêşneyarên hatine kirin û nêzîkbûna rêkeftina her du aliyan jî ragehand.
Endamê polîtburoya YNKê Seidî Ehmed Pîre îro 31.03.2019ê di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragehand, ku YNKê pêşneyarên xwe yên dawiyê dane şandeya PDKê û em li benda bersiva PDKê ne.
Herwaha hêviya serkeftinê bo hemû aliyan xwest ku bikarin derbarê wan gefên berdewam ên li ser herêma Kurdistanê hene, li hev bikin û di yek çeperî de bin. Herî dawiyê jî rojnamevanekî pirs kir û got: ‘’Ev tê wateya ku rêkeftin nêzîk e?’’ di bersiva xwe de Seidî Pîre got: ‘’Înşala nêzîk e.’’