MESOP TODAY’S STARTER : IN GREAT FEAR OF REBER APO – Cemil Bayik: Niha dema yekîtî û têkoşîna hevpar e

12.03.2015 Polîtîka, Sernûçe – NAVENDA NÛÇEYAN – Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya ku di rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de hate weşandin de, diyar kir ku ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd yekîtiya hêzên demokratîk girîng e.

Nivîsa Bayik wiha ye: Çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên mîna pirsgirêka Kurd bi du şêwazan dibe. An rewşa qutbûn û avakirina dewleteke nû derdikeve holê, yan bi têkoşîna demokrasiyê ya li dij sîstemê demokrasî tê sazkirin; pirsgirêk çareser dibe. Ne rast e ku were gotin, welatek hem otorîter e hem jî dikare pirsgirêkeke neteweyî çareser bike. Ji ber di têgihiştina otorîter a siyasî de meyldariya bipêşxistina hakîmiyetê jêneger e. Ev yek li pêşiya çareseriya pirsgirêkan asteng e. Lewra jî ji bo çaseresiyê demokratîkbûn şert e. Eger mijar pirsgirêka Kurd be wê demê deh qat, sed qat zêdetir pêwistî bi demokratîkbûnê heye. Ji bilî demokratîkbûnê bi ti awayî pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin. An qutbûna ji Tirkiyeyê yan jî çareseriyeke li ser bingehê demokratîkbûnê. Gotin û nerînên mîna; dibe hem Tirkiye otorîter be hem jî dikare pirsgirêka Kurd çareser bike, sefsete ye û tê wateya çavgirtina li rastiyê. Di rewşa ku nasnameya neteweyî neyê qebûl kirin û têgihiştina di nava yek neteweyî de di tevkujiyê re derbas kirin eger hebe; li wî cihî demokratîkbûneke di karakterê şoreşa demokrasiyê de ferz e. Yê ev fahm nekiriye tê wateya Kurdê ku serê xwe xistibê nav qûmê û tiştek ji rastiya Tirkiyeyê fahm nekiriye.

Rêber Apo û Tevgera Azadiya Kurd ji bo Tirkiyeyê demokratîze bikin, bingehê demokratîkbûnê ava bikin û rêya demokratîkbûnê vekin kedeke mezin didin. Hemû afrîneriya polîtîk û hêza xwe ya têkoşînê bikar tînin. Ji ber ku jihevxistina sîstema înkarvan a Tirkiyeyê û sazkirina demokrasiyê ne hesan e.

Rêberê Gelê Kurd rojeva demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd anî ber Tirkiyeyê. Careke din raxiste ber çavan ku pêwistiya bingehîn a Tirkiyeyê ev e. Her wiha kesî nerazîbûn nîşanî krîterên demokratîkbûnê ku di civîna Qesra Dolmabahçeyê de bi 10 xalan hatin aşkere kirin neda. Tevî ku AKP desilatdar e, xwedî îmkan û derfeteke girîng jê re hate pêşkêş kirin jî, di vê mijarê de li dewsa gavavêtinê û bawerî dayina civakê bi gotinên mîna; divê têkoşîna çekdarî were rawestan nîşan da ku rojeva wê ne demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd e.

Bingehê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêka Kurd ê hatiye amadekirin, li ser hêzên demokrasiya radîkal ferz dike ku vê rastiyê binirxînin. Ji ber ku ew dikarin demokrasiyê bînin Tirkiyeyê. Di serî de pirsgirêka Kurd, pirsgirêkên Elewiyan hemû pirsgirêk dikarin ji aliyê van hêzan ve werin çareserkirin. Ji ber vê yekê jî hêrî zêde divê ew li hewldanên Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî derkevin û divê hev hêz derfetên hatina afirandin ji bo demokratîkbûnê binirxînin. Ji ber vê yekê hilbijartinên li pêşiya me derfeteke dîrokî ye. Bêyî ketina dudiliya AKP, wê çareser bike an na, divê li gor zanistiya ku sazkirina demokrasiyê berpirsiyariya wan e, tevbigerin.

Bêgûman divê hêzên şoreşger û demokrasiyê dema pêwîst kir ji bo sazkirina demokrasiyê divê amade bin bi dewlet û hikûmetê re jî li hev bikin. Ji ber ku di encama têkoşîna şoreşger û demokratan de neçarî lihevkirinê dibe. Ev jî wê bibe serketina hêzên şoreşger û demokratîk. Hewldanên bi vî rengî divê mîna şêwazekî têkoşîna şoreşger werin dîtin. Lê belê li Tirkiyeyê hêna ne dewlet ne jî hikûmet ji bo vê yekê ne amade ne. Tevî ku Rêberê Gelê Kurd dixwaze di vê mijarê de dewlet û hikûmetê bigihijîne ber qonaxekê jî hêna encamên berbiçav yên vê yekê derneketine.

Lê belê ev hewldan vala neçûn. Derfet û bingehekî girîng ku hêzên şoreşger ên demokrasiyê karibin binirxînin derketiye holê. Ev, berhemên têkoşîna bi dehan salan in. Wê demê nirxandina bingehîn û derfeta ku hatiye amadekirin jî divê ji aliyê yên ev yek afirandin ve pêk were. Bersiva herî di cih de ya ji bo meyldariya otorîterbûnê ya AKP’ê jî divê wisa be. Quweta hêzên demorasiyê ji bo vê yekê heye; tenê ku yekîtiya xwe ava bikin û di nava yekîtiyê de tev bigerin! Di rewşa dîtina vê yekê de ne ketina nava liv û tevgera li gor pêwistiyên wê, ji bo hêzên şoreşger ên demokratik wê bibe xefleteke dîrokî. Tiştê ku ODP ji bo neyê yekîtiyê mîna hincet nîşan dide bingehê xwe bi rastiyê re tine ne. Ji ber vê yekê divê hêzên mîna ODP’ê dawî li rewşa xwe ya pasîf, nêzîkatiya tim li ser kêmasiyan radiweste deynê aliyekî û bi hêzên şoreşger ên demokratîk re li dij polîtîkayên meyldariya otorîterbûnê raweste û bêje bes e. Helwesta berevajî vê yekê ji hesankirina yên xwedî meyldariya otorîterbûnê pêde nayê ti wateyê.