MESOP TODAYS COMMENTARY By MURAT KARAYILAN (PKK LEADER)
Karayilan: Tirkiyê bi enqest li Zergelê da ji bo ku Başûr û Bakur berde hev – Ji aliyê RÛDAW 8 demjimêr berê
6 Aug 2015 – Hewlêr (Rûdaw) – Endamê rêveberiya PKKê Murat Karayilan diyar kir ku ew heta niha li hember êrişên Tirkiyê “di çarçoveya bersivdayînê de” şer dikin lê “berxwedana berfireh” jî dê bikeve rojeva wan. Karayilan her wiha ragihand, Tirkiyê bi enqest li Zergelê da ji bo ku nakokiyê bixe navbera Başûr û Bakur. Endamê rêveberiya PKKê Murat Karayilan ji malpereke nêzîkî PKKê re li ser pêvajoya çareserî, şer PKK û Tirkiyê axivî.
Murat Karayilan diyar kir ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û AKPê ji tirsa kêmbûna dengên xwe pêvajoya çareseriyê hilweşandin û li dijî PKK û gelê kurd şer dan destpêkirin.Karayilan anî ziman ku ew êrişên ku di heyama çend rojên borî de, ji aliyê artêşa Tirk ve li dijî PKKê hatine kirin, “fiyasko” bûne û got, di encama wan êrişan de heta niha tenê 10 gerîla şehîd bûne û derdora 15 gerîla jî birîndar in.Li gorî Karayilan, artêşa Tirkiyê hejmara kuştiyên xwe vedişêrin û dibêjin tenê 23 leşker hatine kuştin lê ew tenê “%10ê” kuştiyên xwe eşkere dikin.
Wî rayedarê PKKê ragihand ku hedefa wan a serekî artêş nîne çimkî ew dizanin AKP artêşê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û got, helbet heta niha gerîla tenê di çarçoveya bersivdayînê de şer dike û derbasî qonaxa berxwedana berfireh nebûye lê ewê jî bikeve rojevê. Murat Karayilan her wiha destnîşan kir ku dewleta Tirk û AKPê şerekî berfireh li dijî PKK û gelê kurd dane destpêkirin lewma divê berxwedaneke berfireh di tevahiya waran de li dijî vî şerî were kirin. Karayilan bang li kurdên Bakur kir, li şûna ku li benda girtinê bin xwe biparêzin.Li ser bagawaziyên aliyên demokratîk û saziyên sivîl û partiyên siyasî yên ji bo sekinandina şer jî Karayilan got, helbet em hurmeta wan bangawaziyan digirin lê em tenê xwe diparêzin, dewletê şer daye destpêkirin û heta dewlet ji wê biryara xwe paşde venekişe rewş dê wiha be. Karayilan wiha axivî:“Heta gavên ciddî neyên avêtin em êdî nikarin bi berdewamiya pêvajoyê bawer bikin. Ev kar ne lîstika zarokan e, şer dest pê kiriye…” Murat Karayilan li ser helwesta rayedarên Başûrê Kurdistanê li hember êrişên Tirkiyê li dijî PKK û Başûrê Kurdistanê jî got, dewleta Tirk dixwaze Başûr û Bakur berde hev. Di bûyera gundê Zergelê de ev hat dîtin. Bi enqest li gund dan lê hinek aliyên Başûr gotin, PKK bû sedema vê bûyerê. Tirkiye dixwaze Başûrê Kurdistanê li hember kurdan bikar bîne lê divê rayedarên Başûr vê yekê bibînin.