MESOP FLASH : “PKK think tank” accuses Turkey of handing over CW-chemicals to Al Nusra / Another hard core conspiracy theory

 

Gelo Raste Turkiyê Çekên Kîmawî Dane Cebhet El Nusra…?

Hate zanîn ku di encama civîneke veşartî di navbêra MİT ‘a Tirkiyê û endamê Cebhet El Nusra û bi çavdêriya Koalasyona hêzên guhertin û şoreşa Sûriyê û fermadarê Artêşa Azad Ebdulcebar İgêdî li bajarê Dîlokê civiyane.

Hate zanîn ku di encama civîneke veşartî di navbêra MİT ‘a Tirkiyê û endamê Cebhet El Nusra û bi çavdêriya Koalasyona hêzên guhertin û şoreşa Sûriyê û fermadarê Artêşa Azad Ebdulcebar İgêdî li bajarê Dîlokê civiyane.

Li bajarê Dîlokyê yê Bakurê Kurdistanê rêdeydarên Tirkiyê bi riya İstixbarata xwe MİT’ê muxelefeta Sûriyê re civiyaye û li ser dana çekan ya opizisyona Sûriyê li hev kirine. Li gor nûçeya ku di malpera www.nuce24.net der derketiye.  Nûçeya ku bi belgeyê tê piştrastkirin, tê gotin ku di meha Nîsan’ê ya sala 2013’an de, li bajarê Dîlokê MİT’a Tirk bi komeke ji muxelefeta Sûriyê ya çekdar re civiya ye û li ser du xalên serek li hevikiriye. Di belgeyê de tê gotin ku : Turkiyê amedeye ku çekên giran yên li dijî êrîşên hewayî bideartêşa azad û Cebhet el Nusra. Her wiha di belgeyê de tê destnîşan kirin ku ev çek wê di kijan xala sînor re derbasî Sûriyê bibin jî dest nîşan dike.

1- Çek wê bajarê İslibê navçeya Etmê re derbas bibin.

2- Wê li bajarê Helebê re li navçeya Ezazê û bajarokê Carablosê re derbas bibe. Her wiha tê gotin ku li Cerablosê wê di 2 cihan re derbas bibe yek di nava bajarê bi xwe de ye û yê din bi şev wê di çeme Firatê re derbas bikin.

Li Ser Daxweza Turkiyê Û Cebhet El Nusra Pêk Hat

Di hevdîtinê de Ebdulcebar İgêdî daxwez ji Turkiyê dike ku cebilxaneyên çekên ferdî bide wan.  Rêyedarên MİT’a Tirk destnîşan kirin ku ew amedene ku bi hemû aliyan ve piştgiriyê bidin wan. Her wiha rêyedarên Tirkiyê diyar kir ku divê buyerên mezin li Şamê biqewimin , ji bo vê jî em dikarin silehên kimawî bidin we. Li ser daxweza MİT Tirk Cebhet El Nusara qebul kir.

Piştî qebul kirina Cebhet El Nusra. Ebdulcebar İgêdî ku yek ji fermandarê artêşa azad a sûriyê ye û turkiyê li hevkirin ku ka wê ev çek li kuderê û bi çi armancê bêne bi kar anîn.

Armanca Bi Kar Anîna Çekên Kîmawî Çiyê?

Piştî Turkiyê çeken kîmawî bide muxelefeta çekdar. Cebhet El Nusra wê li gundên hawirdora Şamê bide. Armanca serke ewe ku deriyê mudexeleya leşkerî li dijî Sûriyê bê vekirin û armaca duyemîn Sûriyê neçe komcivîna Cinavra 2 yemîn.

Kesên di vê civînê de amdebûne wihane: Aliyê Turkiyê 2 endamên MİT a Turkiyê. Aliyê Artêşa Azad û meclîsa leşkerî Ebdulcebar İgêdî û 3 endamê Cebhet El Nusra yek jê ji Çeçenistan, yê din ji Tunus yê sêyemîn ji Mehmed Golanî ye. Hêjayî gotinê ye ev civin bi çavdêriya Koalisyona Sûriyê pêkhatiye.

 

Zinar Hesen / Qamişlo –  Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê

www.navendalekolin.comwww.lekolin.org -www.lekolin.net – www.lekolin.info