MESOP REPORT : „KURDWATCH“ IN GERMANY – BERLIN ALMANYA – Kurd Watch li ser binpêkirina mafên kurdan lêkolînan dike

Ji aliyê RÛDAW 23 demjimêr berê – Berlîn (Rûdaw) – Li Almanyayê saziyeke civakî ya sivîl bi navê Çavderiya Kurd (Kurd Watch) ji bo diyarkirina binpêkirinên mafên mirovahî yên ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve li dijî kurdan û pêkhateyan dixebite.Rêveber û karmendên projeya Çavderiya Kurd li Berlînê ne û li wê derê derbarê pirsgirêk û pêwîstiyên Kurdan de lêkolînan dikin û gelek caran jî ji bo lêkolînan pêwendiyan li gel kesên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê çêdikin.

Berpirsê beşa kurdî û erebî yê Çavderiya Kurd Siyamend Haco derbarê armanca wan de ji bo Rûdawê wiha got: “Armanca me ya sereke ne ew e ku em ên pêşî bin ku bûyeran radigihînin, armanca me bêtir ew e ku em agahiyên rasteqîn biweşînin, ku ji aliyê çavkaniyên cuda ve hatibin piştrastkirin.”Rêvebira projeya Çavderiya Kurd Eva Savensberg ji Rûdwê re wiha got: “Em dixwazin valahiyên zanyarî û lêkolînan li ser rewşa gelê kurd li Sûriyê dagirin û piştgirtina xebata rêxistinên mafên mirovan, lêkolîner, siyasetvan û rojnamevanan, dadgeh û dezgehên din bikin.”

Eva Savelsberg da zanîn ev di xebata xwe de ji aliyekî ve giraniyê didin bûyerên rojane mîna girtin an jî dadgehkirina çalakvanan; ji aliyekî din ve ew li ser babetên zoradriya li dijî jinan li herêmên ku bêtir kurd lê dijîn, lêkolînan amade dikin. Çavderiya Kurd amaje dike ku ji bo wan raportên li ser jiyana rojane li Cizîr, Efrîn û Kobanî balkêş in û raportên li ser rewşa aborî, sîstema tenduristî, pêkhatina gel û babetên din ji bo wan girîng e. www.mesop.de