MESOP : PKK ATTACKS AGAIN KURDISH UNITY
“PKKê êrişî şademara aboriya kurdên Iraqê kir” – Ji aliyê RÛDAW 11 demjimêr berê – Kovara amerîkî li ser teqandina boriya petrola Kurdistanê nivîsand
Hewlêr (Rûdaw) – Kovara Foreign Policy ya amerîkî ku yek ji navdartirîn kovarên cîhanê ye, dibêje: “PKKê tenê berjewendiyên aborî yên Enqerê nake armanca êrişên xwe, belkû êriş dike ser şademara aboriya hevalên xwe yên kurd jî.” Ew yek wek amajekirin bi teqandina boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê ku PKKê girte stuyê xwe. Kovara Foreign Policy di raportekê de nivîsand: “Ew boriya petrolê ya ku PKKê êrişî ser wê kir, petrola xaw ji Kurdistana Iraqê ve bo benderên Tirkiyeyê dişand. Ew borî şademara aborî ya kurdên Iraqê ye.”
Kovarê di berdewamiya raporta xwe de wiha nivîsand: “Ew (borî) take rê ye ku bi rêya wê dikare rêjeyeke baş a petrola xaw were firotin da ku hikûmeta kurdî bikaribe li ser piyên xwe raweste. Mûçeyên pêşmerge ku hêzeke xwedî bandor e li dijî çekdarên DAIŞê, ji wê bûdceyê tê dan ku bi rêya firotina wê petrola xaw bi dest tê. Bi wateyeke din, di demekê de ku ew êriş li nav Tirkiyeyê hat encamdan, lê êriş çiqas li dijî Tirkiyeyê bûye, ewqas jî li dijî kurdan e.”
Foreign Policy herwiha dibêje: “Sedema êrişa PKKê ew e ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêwendiyeke baş ligel Tirkiyeyê heye.”
Kovarê behsa pêwendiyên navbera Kurdistanê û Tirkiyeyê, bi taybet behsa pêwendiyên Barzanî ligel rayedarên Tirkiyeyê kiriye û ragihandiye: “Ew pêwednî bi armanca bi dest xistina xewna “Serxwebûna Kurdistanê” ye û firotina petrolê bi awayekê serbixwe û bi alîkariya Tirkiyeyê, alîkariya Barzanî dike bo bi dest xistina wê xewnê.”
Wê kovarê wiha nivîsa xwe domand: “Xem û dilgiraniya Herêma Kurdistanê ew e ku rojane bi rêya wê boriyê 400 hezar bermîlên petrolê dişîne Tirkiyeyê û zêdetirî 20 milyon dolarî wek dahat bi dest tîne. Rawestana hinardekirina petrolê ji wê boriyê ve hinek din barê ser milê Herêma Kurdistanê girantir dike.”Kovarê pêşbînî jî kir ku bûyerên teqandina boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê di demên paşerojê de zêdetri bibin û ragihand: “Rawestana berdewam a hinardekirina petrolê, hinek din jî pêwendiyên navbera Bexdayê û Herêma Kurdistanê xirabtir dike, çimkî wê demê Herêma Kurdistanê nikare wê pişka petrolê bide Iraqê ku pêştir Hewlêr û Bexda li ser lihev kiribûn.”
Tê zanîn, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî yê Tirkiyeyê, Taner Yildiz duh di daxuyaniyekê de ragihand, roja 29ê Tîrmehê êrişî boriya petrolê ya Kurdistan-Ceyhan hatiye kirin û ew borî di nava axa Tirkiyeyê de hatiye teqandin û bi wê sedemê jî şandina petrola Kurdistanê bo Tirkiyeyê hatiye sekinandin.
Piştî bûyerê û daxuyaniya Taner Yildiz, Hêza Parastina Gel (HPG) ku baskê çekdarî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ye, li ser malpera fermî ya xwe, berpirsyariya wê bûyerê qebûl kir û teqnadina boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê girte stuyê xwe. Çavkaniyekê ji Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re ragihand, ku boriya petrolê ya Herêma Kurdistan-Ceyhan ku di roja 29ê Tîrmehê de hatibû teqandin, hatiye çêkirin. Li gorî daxuyaniya wî berpirsê Wezraeta Çavkaniyên Xwezayî ya Kurdistanê, hinardekirina petrola Kurdistanê ji duh êvarê ve bi rêya borîya 46 înçî dest pê kiriye. Wî berpirsê hikûmeta Kurdistanê herwiha ragihand, Hikûmeta Herêma Kurdistanê kêfxweş e ku Tirkiyeyê li hember teqandina boriya petrolê ya Kurdistanê bertek nîşan da û bi awayekê bilez ew borî çê kir.Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê jî derbarê bûyerê de îşev daxuyaniyek da û tê de bi tundî ew êrişa PKKê û teqandina boriya petrolê ya Başûrê Kurdistanê şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat goitn, ku ew karê PKKê karekî dijminkarane ye û PKKê bi wê yekê debariya xelkê Herêma Kurdistanê birrî. Serokatiya Encûmena Wezîran a Kurdistanê daxwaz ji PKKê jî kir, ku dest ji dijminkariya li hember xelkê Kurdistanê berde û wê karî dubare neke.