MESOP : MURAT KARAYILAN’S VIDEO SPEECH ABOUT “REBER APO”! / Hawarnet web TV

Şoreşgerên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) Mûrat Karayilan got, “Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye.”Şoreşgerên di Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest dan, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi merasîmekê hatin bîranîn. Tevî Fermandarên Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan û Delal Amed, ji Fermandariya Akademiyên Apollon a HPG’ê Koçer Diderî û Azê Malazgîrt û gelek gerîla amade bûn.Karayilan di axaftina xwe ya li merasîmê de bal kişand ser van xalan:

“Roja 14’ê Tîrmeha 1982’an rojeke girîng a dîroka têkoşîna me ye. Roja ragihandin û biryardariya li ser çalakiya Rojiya Mirinê ya Mezin e. Bi vê çalakiya mezin a bi pêşengiya Mehmet Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek re, Zîndana Amedê ya ku dijmin xwest li Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bike gor, veguheriye keleha berxwedanê. Di encamê de jî polîtîkaya qirkirina gelê Kurd û tinekirina Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê têk çûye, ruhê 14’ê Tîrmehê bi ser ketiye. Ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye. Di şert û mercên herî giran de, di rewşeke ku ji bilî vîn û bedena mirovan ti derfet tineye de, hatiye nîşandan ku serketin bi çi rengî dikare were afirandin. Ev ruh, di pêvajoya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bûye xala bingehîn a vegotina ruhê Apoyî. Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi pêşengiya fermandar Egîd pêk hat, li ser bingeha vî ruhî afiriye. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê li ser bingeha vî ruhî, li dijî her şêwe êrîş û komployan li ber xwe daye, xwe gihandiye van rojan.

Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê îroj î li ser bingeha ruhê 14’ê Tîrmehê ketiye nava serdemeke nû. Dema nû dema çareserî û şoreşê ye. Dema nû dema meşa azadî û serketinê ye. Gelê me îro li Rojava û li Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser bingeha ruhê 14’ê Tîrmehê li ber xwe dide. Ji bo serketinê, ji her demê bêhtir niha pêwîstî bi ruhê 14’ê Tîrmehê heye.

‘DEWLETA TIRK LI BAKURÊ KURDISTANÊ XWE JI BO ŞER AMADE DIKE’

Di heman demê de îro li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke gelekî girîng û hesas di rojevê de ye. Siyaseta tecrîdê ya li hemberî Rêber Apo dewam dike. Siyaseta tecrîdê siyaseta qirkirin û şer e. Mêtîngeriya Tirk îro vê siyasetê li hemberî Rêberê Gelê Kurd dimeşîne. Her wiha dest bi operasyonên qirkirina siyasî kirine; bi destê polîs û jendermeyan zextên li hemberî gelê Kurd dewam dikin. Mîna li Roboskî hat dîtin, li wekîlên gelê Kurd dixin. Tevî van, operasyonên li hemberî gerîla, keşif û xebatên îstîxbaratê zêde dibin. Her dixwaze dest biavêje Rojavayê Kurdistanê, hem jî xwe li Bakurê Kurdistanê ji bo şer amade dike. Div ê çarçoveyê de çêkirina qadên nû yên leşkerî, qereqol, bendav û rêyên ji bo armancên leşkerî hînê dewam dikin.”

‘LI DIJÎ ÊRÎŞÊN MÊTÎNGERAN HÊZÊN ME YÊN ŞOREŞÊ WÊ BÊDENG NEMÎNIN’

Karayilan got, “Li dijî van hemûyan bê guman wê gelê me bêdeng nemîne” û got, “Ji xwe gelê me yê bi çalakiyên xwe re li kolanan e, îro bi pêşengiya tevgera azadiyê ya jin û ciwanan re, ji bo azadiya Rêber Apo dest bi pêngaveke nû kiriye. Bê guman li dijî êrîşên mêtîngeran wê hêzên me yên şoreşê bêdeng nemînin. Li dijî her êrîşê mafê me yê parastinê heye. Divê were zanîn ku em ê nehêlin dewleta Tirk û zîhniyeta AKP’ê bi sûdwergirtina ji mercên agirbestê re xwe ji bo şer amade bikin; emê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Gerîlayê Azadiyê yê Kurdistanê, pêvajoya agirbestê li ser bingeha banga Rêber Apo dewam dike, lê îro li ser Rêber Apo tecrîd heye; agahî jê nayê girtin. Yanî dewleta Tirk agirbesta heyî bê wate dike. Lê belê em ê destûrê nedin ku nirxên gelê me werin binpêkirin. Li hemberî vê siyaseta li dijî Rêber Apo dimeşînin, em ê bêdeng nemînin. Her wiha bi awayekî vekirî dibêjim; em ê nehêlin amadekariyê ji şerê qirkirinê re bikin. Di vê mijarê de helwesta pêwîst, em ê li cihê pêwîstî pê heye, nîşan bidin. Divê her kes vê zanibe. Ji bo me agirbest bi temamî neqediya ye, lê belê dewleta Tirk bi pêkanînên xwe re agirbestê xera dike, bêwate kiriye.”

‘DIVÊ CIWANÊN KURDISTANÊ BI ROLA XWE RABIN, TEVLÎ HÊZÊN PARASTINÊ BIBIN’

Karayilan da zanîn ku dema ew tê de ne demeke dîrokî ye û ev xal destnîşan kir: “Ev dem dema xwe parastin û serketinê ye. Bila ciwanên Kurd zanibin ku barê herî giran û wezîfeya herî mezin a îro li ser milê wan e. Pêwîste ciwanên Kurdistanê wezîfeyên demê bi xurtî bicih bînin û hîn bêhtir tevlî nava hêzên parastinê bibin. Baweriya me tam e ku ciwanên Kurd wê di vê demê de wezîfeyên xwe bicih bînin, bi rola xwe rabin, Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê xurttir bikin û pêvajoya serhildanê geştir bikin. Eger pêvajoyeke bi vî rengî were meşandin, hingî em ê karibin ruhê 14’ê Tîrmehê veguherînin serketina mezin.”

‘ŞEHÎDÊN ME WÊ DI NAVA TÊKOŞÎNA ME DE NEMIR BIN’

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Îro li ser bingeha ruHê 14’ê Tîrmehê berxwedan tê meşandin û şehîd tên dayîn. Di şexê çalakgerên 14’ê Tîrmehê de em soz didin hemû şehîdên şoreşê: Em ê bîranînên wan di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi xurtî bidin jiyîn û weke çavkaniya xwe ya bingehîn a hêzê her tim wan di nava têkoşîna xwe de nemir bikin. Li ser vê bingehê dibêjim ku ji her demê bêhtir niha pêwîstiya me bi ruhê fedaî yê Apoyî yê 14’ê Tîrmehê heye, di şexê şehîdên 14’ê Tîrmehê de careke din soz didin ku em ê hemû şehîdên xwe yên şoreşê nemir bikin.” http://webtv.hawarnet.net/2015/07/karayilan-dewleta-tirk-xwe-ji-ser-re.html?653465