MESOP LATEST : A BROAD COALITION OF ALL KURDISH FORMATIONS CONTRA ISIS ?

ENKS WILL BREITES PARTEIENBÜNDNIS IN WESTKURDISTAN GEGEN ISIS MOBILISIEREN

 ENKSê biryar da hêzeke xwe ya leşkerî ava bike

3-1-0-2104 – “Endamê Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl aşkere kir ku ENKSê biryar daye hêzeke xwe ya leşkerî ava bike ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê.”

“Duh, Sekreteriya Giştî ya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civiya û derbarê çend pirsên di rojevê de gotûbêj kirin. Yek ji wan pirsan avakirina hêzeke leşkerî ya taybte bi encumenê bû.

Mihemed Îsmaîl derbarê vê yekê de ji Rûdawê re ragihand ku, “Di civîna duh de biryar hat dayîn hêzeke leşkerî ya taybet bi encumenê bê avakirin.”

Tevî ku Serokê ENKS Tahir Sifûk avakirina hêzeke leşkerî li dijî vê yekê ye, lê Mihemed Îsmaîl avakirina hêza leşkerî piştrast kir. Herwiha derbarê Pêşmergeyên Rojava yên ku li Başûrê Kurdistanê tên perwerdekirin de, Îsmaîl tekez kir ku, “Biryar hat dayîn ku ev pirs di civîna bê ya encûmenê de were gotûbêjkiirin.””

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/021020146