MESOP : Îranê sînor li ser Tirkiyê girt

Rojhilata Navîn
Ji aliyê RÛDAW 12 demjimêr berê –Alên Îran û Tirkiyeyê

Hewlêr (Rûdaw) – Îranê sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re bi temamî daxist. Hat ragihandin, Îranê sînorê xwe yê bi Tirkiyeyê re bi temamî li ser hatûçûnê girt.

 

Serokê Saziya Rêyên Îranê, Dawûd Kişawerziyan di vê bareyê de ragihannd, piştî êrişa wê dawiyê ya bo ser otomobîleke Îranê ji curê kamyonê, rayedarên Tehranê biryar dan sînorê bejayî yê bi Tirkiyeyê re bi temamî dabixînin.Dawûd Kişawerziyan got, ajovanê Îranî yê wê kamyona ku di nava axa Tirkiyeyê de rastî êrişê hat, sax e, lê bar û kamyona wî bi temamî hatine şewitandin.Kişawerziyan herwiha da xuyakirin, piştî wê êrişê sînorê Bazirganê yê di navbera Îran û Tirkiyeyê de bi temamî hat girtin.Li gor gotina wî berpirsê Îranî, sînor tenê di aliyê Îranê de hatine girtin û ji aliyê Tirkiyeyê ve vekirî ne û hatûçûn ji aliyê Tirkiyeyê bo Îranê ve berdewam dike.  bû çend car ku di nava axa Tirkiyeyê otomobîlên welatiyên Îranê ratsî êrişê werin. Pêştir li Tirkiyeyê êrişî otobus û şemendeferên Îranê jî hatibû kirin.Hefteya borî di êrişekê de bo ser otobuseke Îranê li Tirkiyeyê, alîkarê ajovanê otobusê hat kuştin û çend kesên din jî birîndar bûn.

 

Serokê Saziya Rêyên Îranê tekez jî kir: “Armanca êrişkaran ew e ku zirarê bigihînin dewleta Tirkiyeyê û ji wan re ti cudahî nîne ku kamyon an jî otobusa ku êrişê wê dikin, ya welatiyekê Îranê be yan jî ya welatiyekê Tirkiyeyê be.”Dawûd Kişawerziyan ew yek jî da zanîn, ku ajovanên Îranî li welatên Iraq, Afxanistan û Pakistanê jî di metirsiyê de ne û îhtîmal heye ku li wan welatan jî rastî êrişan werin.Tirkiye çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi pêkanîna wan êrişan tohmetbar dike.Di wan demên dawiyê de alozî û pevçûn di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyeyê de gellek zêde bûne.Balafirên artêşa Tirkiyeyê piştî tevlîbûna wî welatî di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, bi dijwarî li kampên PKKê yên li Başûrê Kurdistanê dide.Li hember de jî PKK di nava sînorê Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de çalakiyên xwe zêde kirine û êrişî qereqol û navendên leşkerî û polîsê Tirkiyeyê dike.