MESOP : INDEPENDENCE REFERENDUM ON KURDISTAN (IRAQ)
Başûrê Kurdistanê biryar li ser referandomê dide
Ji aliyê RÛDAW Demjimêrek berê – 17-5-2014 – Hewlêr (Rûdaw)- Di civîna navbera serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê de derbarê diyarkirina paşeroja têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê de biryara referandomê hat dayîn.
Sekreterê Partiya Sosyal Demokrata Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ku di civînê de beşdar bû, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku di civînê de biryara encamdana referandoma li Başûrê Kurdistanê hat dayîn, daku hemwelatiyên Başûr biryar li ser çarenivîsa têkiliyên navbera Başûrê Kurdistan û Iraqê bidin.
Îro serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li bajarokê Pîrmamê ligel serkirdeyên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê civiya. Di civînê de awayê beşdarîkirina Kurdan di hikûmeta nû ya Iraqê hat gotûbêjkirin. Endamê polîtbîroya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Roj Nûrî Şaweys ragihand ku aliyên siyasî yên ku di civîna îro ya ligel serokê Herêma Kurdistanê de beşdar bûn, li hev kirin ku bi yek tîmê biçin Bexdayê.
– See more at: http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/1705201410#sthash.u8vYqRuI.RtArA7qg.dpuf