MESOP : CLICK FOR VIDEO – Leşkeriya neçar li rojavayê Kurdistanê
Rojavayê Kurdistanê vela dibe, xelk ji welatê xwe direve, bi pereyên xwe, milet berê xwe dide mirinê, û bi hêviya ku xweş bijî diçe Ewropa. Ereb li herêmê kurdî bi cî bûne, û bi pereyekê erzan milk û malên kurdan dikirin, Kurd jî dibin koçber û penaber. Ciwan têne girtin û bi zorê ji bo eskeriya îcbarî têne şandin.Siyasetvan cesaret nakin, du gotinan bi dilê xwe bibêjin, yan ji tirsa girtinê, yan jî ne xwediyê wê cesaretê ne ku biaxifin.Partiyên li derveyê destelatê dibêjin, li rojavayê Kurdistanê, kesên ku hukum dikin xwediyê qerarê ne, bi kêfa xwe digirin, direvînin, wenda dikin, ne mehkeme hene, ne avukat hene, ne jî kesek dikare derbasî zindanan bibe, ji bo ku bizanibe ka kîjan girtî li kuderê ye.Li aliyê din jî, feqîrî, bê karî, bê hêvîbûn, tirs, nedîtina pêşerojeke xweş, koça ber bi ewropa ve…
Kî li hember vê rewşa xerab berpirs e, PYD-TEV Dem û rêveberiya xweser, yan jî, partiyên din yên siyasî, bi taybetî jî ENKS, ku diêbjin, li rojavayê Kurdistanê PYD nahêle ew li rojavayê Kurdistanê bibin şirêkê îdarekirina welat.
Mêvan: – Siyamend Haco: Serokê Şepêla Pêşeroja Kurd li Sûriyê
– Hoşeng Derwêş: Endamê nûnertiya Xweseriya Demoratîk li Başûrê Kurdistanê Watch Video: http://rudaw.net/kurmanci/onair/tv/episodes/episode/2_ali_04082015